Li Sûdanê balafireke leskerî ket, herî kêm 46 kesan can da
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûdanê (SUNA), hikûmeta eyaleta Xartûmê der barê ketina balafira leşkerî ya Antonov de ku duh li Omdurmanê li malekê ket, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di qezayê de 46 leşker û sivîl canê xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî zarokan 10 kes birîndar bûne û birîndar rakirine nexweşxaneya El-Nawê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xebatên rakirina kavilên xaniyên ku ji ber ketina balafirê bandor bûne bi dawî bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku êvara Sêşemê li herêmeke nêzî paytext Xartûmê balafireke veguhestina leşkerî ket xwarê. Bûyer li nêzî baregeha hewayî ya Wadî Seidnayê pêk hat ku yek ji navendên leşkerî yên herî mezin ên artêşê ye li Omdurman a ser bi Xartûmê ye. Şahidên bûyerê ragihandin ku li herêma ku balafir lê ketiye, gelek avahî xera bûne. Li gorî agahiyên destpêkê 46 kesan canê xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku balafir ji ber xeletiyeke teknîkî ketiye xwarê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê, îtfaiyeyê şewata ku li cihê qezayê derketibû xist bin kontrolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin