Jimara miriyên eyaleta Cezîra ya Sûdanê giha 124 kesan

26 October 2024 23:29 0 dîtin
Jimara miriyên eyaleta Cezîra ya Sûdanê giha 124 kesan

PeyamaKurd – Di êrîşên HLDê yên li Sûdanê yên li eyaleta Cezira de, duhî 50 kes miribûn lê niha jimara miriyan gihaye 124 kesan.

Konseya desthilat ya Sûdanê û Hêzên Lezgîn yên Destekê 18 mehe ku li Sûdanê li ser desthilatê li hev dixin. Do, HLD êrîşê ser eyaleta Cezirayê kiribû û 50 kesan kuştibû û li dora 200 kes birîndar bûn. Niha jimara miriyan ji 50an gihaye 124 kesan.

Rêxistina Tora Doktoran ya Sûdanê êrîşa HLDê ya duhî bibîr xist û êrîşê wekî komkujiyê bi nav kir. Rêxistin ragihand ku ew kesên hatine kuştin, nexwestin terka devera xwe bikin lê ev bûyer hat serê wan. Rêxistib got ku di bûyerê de armanca HLDê çiye, nayê zanîn.