Jimara miriyên Nîjeryayê yên teqîna tankêrê, derket 147 kesan û wan komkî binax kirin

16 October 2024 21:40 0 dîtin
Jimara miriyên Nîjeryayê yên teqîna tankêrê, derket 147 kesan û wan komkî binax kirin

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê tankêra ku ajotvanê bilez dijot, tanker ji kontrola wî derket û wergeriya. Di encamê de jimara kesên mirî derket 147 kesan û îro wan bi komkî binax kirin. Hat ragihand ku jimara birîndaran ji 300 kesî zêdetire.

Bûyer, li eyaleta Nîjeryayê ya bi navê Jigawa çêbû. Berdevkê polîsê eyaleta Jigawa Lawan Adamu ji bo rojnamevanan ragihand ku tanker li devera Majiya li ser rêya bejayiyê ya bi navê Kano-Hadejayê, dema lezandiye, tanker ji kontrola ajotvan derketiye. Tankêr piştî wergeriyaye teqiyaye.

Ajansa Nîjeryayê ya bi navê SEMAyê ragihand ku sekreterê giştî yê eyaleta Jigawayê Haruna Mairiga ragihandiye ku di teqîna tankêrê de 147 kes mirine.

Serokê herêma Majiya Mahmud Sayyadi Ringim jî gotiye ku kesên mirine, ji wan re gorekî komkî çêkirine û her 147 kesan bi hevre defin kirine.