Jimara miriyên teqîna Îdlîbê derket 28 kesî
PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Îdlîbê di apartmanka 7 qat de, do teqîn çêbû û di encamê de 15 kes miribûn. Niha jimara miriyan derket 28 kesî.
Rêvebirê Parastina Sîvîl ya Îdlîbê Muhammed Hac Yûsif ragihand ku do di teqîna di avahiya 7 qat de, 15 kes miribûn û niha ev jimar derket 28 kesî. Jimara birîndaran jî 135 kes bû.
Hê jî sedema teqînê nayê zanîn û xebatên tîmên sîvîl bo rizgarkirinê dewam dikin. Bi sedema teqînê piraniya avahiyê xerab bûye û lêgerîna bin enqazan dewam dike. Hac Yusuf got:
"Tîmên me xebatên xwe dewam dikin. Piştî xebat biqedin wê sedema teqînê aşkera bibe.”
Bi sedema teqînê avahiyên der û dor û erebeyên li dora avahiyê park kiribûn zerara mezin dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin