Jimara miriyên lehiyê yên Semsûr û Rihayê derket 14 kesan

15 March 2023 22:59 0 dîtin
Jimara miriyên lehiyê yên Semsûr û Rihayê derket 14 kesan

PeyamaKurd – Li ser barana zêde ya li bajarên Riha û Semsûrê ji doh de li bajarê Semsûrê 2 kes û li bajarê Rihayê 12 kes can dan. Li ser mijarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Süleyman Soylu ragihand ku 5 kes jî heya niha wenda ne.

Tîmên îtfaiyê yên bajarê Rihayê li taxa Weyselkaranî dema dixebitîn, di bodrûma apartmanekî de 5 kesên ku ji Sûriyê ne cenazê wan hat dîtin. Li fetlanekek bajêr de jî di nav erebeyekî de 2 cesedan dîtin. Bi tevahî li Rihayê 12 kes ji ber lehiyê can dan.

Li ser zêdebûna rûdanên lehiyê parêzgeha bajarê Rihayê temamê dibistanên bajêr ji bo rojekî tatîl kir. Xebatkarên asteng û yên bi hemil jî yên di dezgeyên dewletê de dxiebitin, wê rojekî îzna wan hebe.