Li Pakistanê jimara miriyên lehiyê giha 265 an
PeyamaKurd – Li Pakistanê bi sedema barana Musonan ku dibe sedema rabûna lehiyê, jimara miriyan îro 57 kesin û bi giştî jimar giha 1.265 kesî.
Ragihandin ji aliyê Ajansa Rêvebiriya Afeta Netewî (NDMA) de hat kirin û ajans got ku îro 57 kesên din di rabûna lehiyê de mirine û jimara giştî gihaye 1.265 kesî.
NDMA, ragihand ku ku kesên îro jiyana xwe ji dest dane ji wan 22 kes mêrin,18 kesên wan jinin û 17 kes jî zarok in.
Rêvebir ragihandin ku asta ava bendava Sukkur bilind bûye û bûye sedema rabûna lehiyê.
Wezîrê plandanan geşepêdan û reforman Ahsan Îkbal ji bo çapemeniyê civîn çêkir û ji civaka navdewletî xwest ku destekê bidin Pakistanê û dev ji alîkariyê bernedin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin