Jimara miriyên lehiyê zêde dibe: 22 mirî û 8 wenda

21 August 2022 00:31 0 dîtin
Jimara miriyên lehiyê zêde dibe: 22 mirî û 8 wenda

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Himaçal Pradeşê di rabûna lehiyê de jimara miriyên ji ber lehiyê bû 22 kes û heya niha 8 kes jî wenda ne. Deverên ku ji lehiyê zêde zerarê dîne li Mandî, Kangra û Chambayê lêgerîn û rizgarkirina mirovan dewam dike.

Rêvebirê beşa Afetê yê dewletê Sûdeş Kûmar Mokhta ragihand ku di nav 24 sietên dawiyê de 22 kes mirine û 8 kes wenda ne. Heya niha 743 rê ji bo çûnûhatê hatine girtin. Li deverên lehî rabûne xebat dewam dikin.

Li eyaleta Himaçal Pradeşê pira ku 800 metre dirêje hilweşiyaye û hem wê baran û lehî heya 25 ê tebaxê dewam bike.