Êrîsa li ser sûka Noelê: Jimara qurbaniyan zêde dibe, tê nîqaskirin bê êrîskar kî ye
PeyamaKurd – Li sûka Noelê ya bajarê Magdebûrg ê Almanyayê, do êvarê wesayîtekê xwe li nava mirovan qelibandibû û zarokek jî di nav de 11 kesî canê xwe ji dest dabû û zêdeyî 70 kes jî birîndar bûn. Karbidestên hikûmetê piştrast kirin ku bûyer êrîşeke bi zanebûn bû. Êrîşkar piştî demeke kurt hat destbiserkirin û girtin.
Hat diyarkirin ku êrîş bi otomobîleke kirêkirî hatiye kirin û plaqeya ya Munîxê ye. Ajokarê ku 400 metre di nav girseyê re derbas bûye beriya bûyerê otomobîl kirê kiriye. Li gorî çapemeniya alman, zilamê bi navê Talîp El-Ebdulmuhsîn ê (50) ku ji Erebîstana Siûdî ye, ji ber ku li Erebîstana Siûdî nekarî jiyana ateîstî bijî û li wir xwe ewle his nekir, lewma koçî Almanyayê kir.
Piştî bûyerê parvekirinên êrîşkar ên li ser hesabên medyaya civakî bal kişand. Hate zanîn ku di gotara xwe ya li ser platforma Xê de gotiye, “Ez polîsên elman ji mirina Sokrates berpirsyar dibînim.”
Her weha hat diyarkirin ku di vîdeoyekê de ku beriya êrîşê kişandiye, Almanyayê bi organîzekirina komployên li dijî misilmanên berê sûcdar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin