Li Sûdanê jimara kustî û birîndaran zêde dibe: 604 kustî û 5 hezar birîndar
PeyamaKurd – Ji 15 ê nîsanê heya niha li welatê Sûdanê di navbera konseya rêvebir û Hêzên Destekê yên Lezgîn (HDL) de şer dewam dike. Jimara kuştiyan gihaye 604 kesan û ya birîndaran ji 5 hezarî derbas kiriye. Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê yê Dinyayê (WHO) Tarik Jasarevic, vê rêjeya encama şer ragihand.
Li aliyê dinê Paul Dillon ragihand ku ji ber şer heya niha 700 hezar kes ji ser axa xwe rabûne û koç kirine.
Serokê konseyê û hem yê artêşê Orgeneral Abdulfettah el-Burhan ragihandibû ku dibe şer li temamê eyaletan belave bibe û bê agirbesê fêda muzakereyan nabe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin