Erdhej ranaweste! Hejmara kustî û birîndaran zêde bûn!

07 February 2023 11:30 0 dîtin
Erdhej ranaweste! Hejmara kustî û birîndaran zêde bûn!

PeyamaKurd – Li navçeya Onikisubat a Mereşê, bi lerza 4.0 û li navçeya Nurhakê jî bi hêza 4.1 erdhejek pêk hat.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li navçeya Onikisubat a Mereşê di saet 01.55an de erdhej pêk hat. Erdheja bi lerza 4.0 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Agahiyên li ser malpera AFADê diyar dikin, saet di 02.13an de li navçeya Nurhak a Mereşê erdhejek pêk hat. Erdheja bi pileya 4,1 6,98 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFADê, saet di 02.29an de li Behra Spî ku 50,7 kîlometre dûrî Yayladagi ye, erdhejeke bi lerza 4,4 pêk hat. Erdhej 44,17 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Serokê AFADê Yunus Sezer ragihand, di erdhejên navenda Mereşê de 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne.