Di teqîna Babê de hejmara kustî û birîndaran gihîst 95 kesan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqandina otomobîlekê li nêzîkî garaja bajarê Babê de, hejmara kuştî û birîndaran zêde bûye û gihîştiye 95 kesan.
Doh 6ê Cotmehê li bajarê Babê yê ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de, otomobîleke bombelêkirî nêzî mizgefta Osman hatibû teqandin.
Li gorî zanyariyên herî dawî, herî kêm 22 kes di wê teqînê de hatin kuştin û zêdetirî 75 kes jî birîndar bûn ku ziyaneke mezin jî gihîştiye cihê teqînê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî piştî teqînê bi sedema nebûna xizmetguzariyan û têkçûna ewlehiyê xelkê bajarê Babê li dijî komên çekdar û artêşa Tirkiyê xwepêşandanek li dar xist.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin