Hejmara kustî û birîndarên teqîna Yemenê zêde bû

31 December 2020 16:01 0 dîtin
Hejmara kustî û birîndarên teqîna Yemenê zêde bû

PeyamaKurd - Li Yemenê hejmara kuştî û birîndarên balafirgeha Edenê zêde bû ku doh 30yê Kanûnê dema peyabûna kabîneya hikûmetê ji balafirê teqîn çêbûbûn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Yemenê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di teqînan de hatine kuştin gihîştiye 25 kesan û 110 kes jî birîndar bûne ku rewşa gelek birîndaran jî xedar e.

Doh 30yê Kanûnê li balafirgeha Edenê, dema gihîştina balafira hikumeta Yemenê ya nû 2 teqînên bi hêz çêbûn.

Wezareta Derve ya Amerîka êrîş şermezar kir û ragihand, hin aliyên kirêt, dixwazin aramiya Yemenê têk bibin û diyar kiribû, gelê Yemenê hêjayî aştiyê ye û ev êrîş, nikarin hewldanên çareseriyê li Yemenê asteng bikin.

Hûsiyên Îranî bi daxuyaniyekê red kiribûn ku berpirsiya wan a wê êrîşê heye.