Li Efrîna dagirkirî hejmara kustî û birîndarên teqîna do zêde bûn
PeyamaKurd – Li Efrîna dagirkirî, hejmara kuştî û birîndarên teqîna do êvarî zêde bû.
Li gor Parêzgariya Hatayê ya Tirkiyê ragihand, 11 kuştî û 43 birîndar hene, lê li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, di teqînê de 11 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne.
Do êvarî, 14ê Îlonê de derdora saet 18:00an de, teqîneke bihêz li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çêbû.
Teqîn li nêzîkî Xaçerêya Kawa li navenda bajarê Efrînê û bi otomobîleke barhilgir a bombekirî hatibû encamdam.
Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2020 ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye.
Heta niha tu kesî berpirsiyariya teqînê nespartiye xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin