Hejmara dawî ya kustî û birîndarên teqîna Girêspî eskere bû

10 November 2019 21:50 0 dîtin
Hejmara dawî ya kustî û birîndarên teqîna Girêspî eskere bû

PeyamaKurd - Li bajarokê Suluk ê girêdayî Girêspî îro otomobîlek hat teqandin ku di encama wê teqînê de, li gorî amarên dawî 9 kesan can da û bi qasî 30 kes jî birîndar bûn.

Bajarokê Sulukê niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de ye ku beriya niha jî li deverên ketibûn kontrola wan teqînan rû dabûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser teqînên nav sivîlan ên Girêspî û Serêkaniyê beriya niha ragihandibû ku mebest bi wan teqînan koçberkirina şêniyên wan bajaran e ku tê xwestin demografiya deverê were guhertin.

Li aliyê din medya Tirkiyê jî YPGê bi wan teqînan sûcdar dike.