Di dorpêça HDL ya li eyaleta Cezîra de, jimara miriyan ji 350 derbas kir

11 November 2024 23:35 0 dîtin
Di dorpêça HDL ya li eyaleta Cezîra de, jimara miriyan ji 350 derbas kir

PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê li eyaleta Cezîra li bajarê el-Hilaliyye bi sedema Hêzên Desteka Lezgîn bajêr dorpêç kiriye, jimara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 350 kesî derbas kir.

Rêxistinên civaka sîvîl ragihandin ku dorpêç rewa nîne û sedema mirinê ji ber jehra xidayê û kêmasiya xizmetên tenduristiyê ye ku nagihên bajêr.

Li Sûdanê, 19 mehe ku artêş û HDL şer dikin. Lê rêxistina sîvîl ya ‘Banga Ortê’ ku ji aktîvîstan pêk tê, ragihand ku HDL neheqe û divê dropêça bajêr rake. Li aliyê dinê nûnerê taybet yê DYAyê yê li Sûdanê Tom Perriello, di ser hesabê xwe yê Xê de got:

“Xeberên ku HDLê li bajarê el-Hilaliyye bi sedan Sûdaniyan bi jehrê xistiye, wijdanan şoqe kir. Niha welatekî ku tê de xelayî heye, mirov jehrê bide wan tiştekî gelek xerabe û eger ev piştrast bibe (îspat), divê fermandarê HDLê Muhammed Hamdan Dagalu û serpereştiya wê bersiva vêya bide.”