Li Nîjerê barana gur: Jimara miriyan derket 94an

12 August 2024 11:06 0 dîtin
Li Nîjerê barana gur: Jimara miriyan derket 94an

PeyamaKurd – Hejmara kesên di lehî û şimitîna axê ya ku ji meha Hezîranê vir ve di encama barana zêde ya li Nîjerê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 94an.

Di xebera AAyê da hat diyarkirin ku di lehiyê û şimitîna axê ya ku ji ber baranê derket de 94 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî bê mal man.

Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Nîjerê ragihand ku ji ber barana zêde ya ku meha Hezîranê destpê kir 135 hezar û 156 kes mexdûr bûne.

Demsala baranê li Nîjerê di meha Hezîranê de destpê dike û di îlonê de diqede.

Par ji ber barana zêde ku 137 hezar û 797 kes bandor li wan kir, 41 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn.