Di heza erdê de jimara miriyan derket 92 kesan û 36 kes wenda ne

16 February 2024 02:20 0 dîtin
Di heza erdê de jimara miriyan derket 92 kesan û 36 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li başûrê Fîlîpînê di 6ê Sibatê de hez li erdê ketibû û di encama hezê de niha jimara miriyan derket 92 kesan. Ji bilî candayiyan 36 kes jî heya niha wenda ne.

Di mijarê de rêvebiriya herêmê ya Davao de Oro di ser hesabê xwe yê Facebookê de li ser heza erdê ya gundê Masarayê ragihandinê kir.

Di ragihandinê de hat gotin ku di nav deh salên dawiyê de erdheza herî mezine, jimara miriyan gihaye 92 kesan û 36 kes wenda ne.

Li herêmê lêgerîn û rizgarkirina kesên wenda dewam dike.