Li Lîbyayê dibe jimara miriyan 10 hezarî derbas bike

12 September 2023 22:25 0 dîtin
Li Lîbyayê dibe jimara miriyan 10 hezarî derbas bike

PeyamaKurd – Li Lîbyayê di bahoza Daniel de tenê li bajarê Derneyê jimara miriyan ji 5 hezar û 200an derbas kir. Berdevkê wezareta karên hundir yê hukumeta rojhilatê Lîbyayê Tarık el-Harraz, ragihand ku jimara miriyan dibe ku deh hezarî derbas bike û got:

“Hêjî gelek cesed nehatine dîtin û niha Tirkiye, Îmarat û Misrê pisporên lêgerîn û rizgarkirinê şandine û dixebitin da ew cesedên ku ber bi deryayê de bi avê re çûne rizgar bikin. Me 1300 cenazeyan defin kir. Ji ber hinek malbat bi temamî ji ortê rabûne tesbîta nasana miriyan gelek zahmete û heya nasname tesbît nebe em nikarin defin bikin. Dibe reqema kesên jiyana xwe dane ji 10 hezarî bibore.”