Serokê Mozambîkê: Dibe jimara miriyan ji hezarî derbas bibe
PeyamaKurd- Serokê dewleta Mozambîkê Filipe Nyusi, bi sedema hatina baran û bayê zêde, di encamê de bobelata ku çêbûye, tê de gelek kes mirine û hêjmara wan dibe ku ji hezarî derbas bibe.
Filipe Nyusi di bernameya radyoyê de ragihand ku ji kasırga ya Idaiyê de, li gor beyanên fermî jimara miriyan 84 e lê dibe ku ev jimare ji hezarî derbas bibe. Nyusi ragihand ku di herêma Beira de, di ciyên ku di bin avê de mane gelek cesedan dîtiye.
Li gor Xaça Sor ya Mozambîkê bajarê Beirayê %90 bi sedema kehî û kasirgayê wêran bûye. Li gor vê beyanê jimara serokomar gelek bi aqilane ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin