Li Taylandê ji ber heza erdê jimara miriyan giha 13 kesî
PeyamaKurd – Bi sedema baranê, li welatê Taylandê di heza ku li erdê ketiye de, heya niha 13 kes mirin û rizgarkirina mirovan ya li deveran dewam dike. Hez li girava geştiyariyê li ya bi navê Phuketê bi sedema barana Musonê çêbû.
Di encama heza erdê de li dora 20 kesî birîndar hene û li nexweşxanan tên dermankirin. Bajarokên ku hez li wan ketine yên bi navên Karon, Rawai û Chalong weklî “herêma afetê” hatin ragihandin.
Di rizgarkirin û lêgerîna mirovan de artêş û polîsê Taylandê tevlî xebatê bûn e. Lê, wê baran heya dawiya mehê dewam bike û divê hemwelatî li gor vê agahiyê tedbîra xwe bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin