Jimara miriyan li Zîmbabve derket 31 ê

17 March 2019 20:24 0 dîtin
Jimara miriyan li Zîmbabve derket 31 ê

PeyamaKurd- Barana zêde û bablîsoka tropîkal li ser sînorê Zîmbabve û Mozambîkê bû sedema ku 31 kes jiyana xwe ji dest dan. Heya niha di ser 60 kesî de wenda hene.

Wezarata ragihandinê ya Zîmbabve di ser hesabê we yê Twitterê de ragihand ku bo geryana li wendayan û rizgarkirina wan divê herkes aram be û bi sebir be. Ew nikarin pêşî li mirinê bigrin. Haya niha 31 Zîmbabveyî jiyana xwe ji dest dane.

Di bablîsokê de bi sedan mal xerab bûne û 200 kesên xwendevan asê mane. Li gor ragihandina dezgeya hewayî ya Zîmbabveyê wê baran heya roja sêşemê dewam bike.