Balafireke leskerî ya Îranê ket: 2 pîlot mirin

05 December 2024 18:01 0 dîtin
Balafireke leskerî ya Îranê ket: 2 pîlot mirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafireke leşkerî ya Îranê, dema perwerdeyê li bajarê Farsê ketiye xwar û du pîlotên pasdarên Îranê yên di balafirên de mirine.

Medyaya Îranê ragihandiye ku balafira Hêzên Asmanî ya Îranê ya perwerdehiyê li bajarê Farsê devera çiyayî ya Molî Feile û bajaroka Destxêyb a navbera bajarên Fîrozabad, Qîr û Kazirûnê de ketiye xwar.

Bi fermî sedema ketine balafirê nehatiye eşkerekirin, lê çavkaniyên herêmê diyar kirine ku balafir piştî li çiya ketiye hatiye xwarê.

Hat zanîn ku pîlotên leşkerî yên Îranê Hemîdriza Rencber û Serheng Menûçêhr Pîrzade di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.