Îranê balafireke bêpîlot a Azerbaycanê xist xwar

13 October 2020 16:13 0 dîtin
Îranê balafireke bêpîlot a Azerbaycanê xist xwar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê li xeta sînorê bakur balafireke bêpîlot a cureya Harop kamîkaze xistiye xwar.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, sîstemên berevaniya asmanî yên Îranê doh di demjimêrên sibehê de, balafireke bêpîlot a Azerbaycanê li ser xeta sînor xistiye xwar ku ew balafir li nav erdên gundê Ozan Tepe Ulya yê bajarokê Parsabadê ketiye.

Hêjayî gotinê ye, droneyên Harop li dijî armancên Ermenistanê têne bikaranîn ku êrîşên kamîkaze ango întiharî li ser armancên xwe dikin.

Li gorî çavkaniyan heta niha 3 balafirên bêpîlot ên Azerbaycanê ji aliyê Îranê ve hatine xistin, lê rayedaran di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye.