Ermenistan: 2 helîkopter û 3 balafirên bêpîlot ên Azerbaycanê hatin xistin

27 September 2020 13:52 0 dîtin
Ermenistan: 2 helîkopter û 3 balafirên bêpîlot ên Azerbaycanê hatin xistin

PeyamaKurd - Serokewezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan, li ser şerê artêşa Ermenistan û Azerbaycanê yê îro danê sibehê dest pê kiriye ragihand, artêşa Azarbêcanê ji aliyê Qerebaxê ve dest bi êrîşekê kiriye, lê artêşa wan bi awayekî serkeftî rewş kontrol kiriye.

Wezareta Berevaniya Ermenistanê jî da xuyakirin, hêzên wan 2 helîkopter û 3 balafirên bêpîlot xistine xwar û ji şer Azerbeycan berpirsyar dît.

Beriya niha jî Wezareta Berevaniya Azerbeycanê jî ragihandiye ku Ermenistanê baregehên artêşa Azerbeycanê û bajarokên nêzî eniya şer topbaran kirine  û kuştî û birîndarên sivîl hene û wan bersiva êrîşan daye.

Herwiha wezareta Azerbaycanê tekez kiriye ku rast e helîkopterek a girêdayî hêzên hewayî yê Azerbeycanê li Qerebaxê ketiye, lê kesên tê de bûn tişt bi wan nehatiye.