Sekreterê NATOyê bang li Ermenistan û Azerbaycanê kir
PeyamaKurd – Di demeke ku danûstandinên şandên Ermenistan û Azerbaycanê ji bo çareseriyeke mayînde dewam dikin de, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bang li herdu welatan kir peymaneke asayîkirina pêwendiyên dualî îmze bikin.
Jens Stoltenberg, di civîna rojnamevanî ya ligel Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan de got: “Me îro girîngiya dabînkirina îstiqrara başûrê Qefqasyayê gotûbêj kir. Ji ber ku em di dinyayeke xetertir de dijîn, wê encamên wê ji bo ewlehiya Ewropa-Atlantîkê jî hebin. Ermenistan û Azerbaycan êdî xwedî wê derfeta pêkanîna aştiyeke berdewamî ne. Lewma jî bang li herdu welatan dikim, ji bo asayîbûna pêwendiyan û rêxweşkirina bo aştiya gelên me, peymanekê îmze bikin.”
Herwiha Stoltenberg, pesnê proseya reforman a Ermenistanê jî da û got, ew piştevaniyê li yekparçebûna erda Ermenistanê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin