Pasinyan banga bicihkirina hêzên sînorî li seranserê sînorên Ermenistan-Azerbaycanê kir

29 July 2021 17:38 0 dîtin
Pasinyan banga bicihkirina hêzên sînorî li seranserê sînorên Ermenistan-Azerbaycanê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, li ser ji nû ve zêdebûna aloziya navbera Ermenistan û Azerbaycanê bang li Rûsyayê kir ku bikeve tevgerê.

Paşinyan, li ser pevçûnê binpêkirina agirbestê û kuştina leşkeran, bang li Rûsyayê kir li seranserê sînorên Azerbaycanê pasevanên sînor ên rûsî bicih bike.

Li gorî nûçeya ajansa TASS a rûsî Paşinyan gotiye, "Dema rewşa heyî li ber çavan bê girtin, bi ya min pêwîste li seranserê sînorên Azerbaycan-Ermenistanê bi danîna qereqolan re pasevanên sînor ên rûsî werin bicihkirin.”

Paşinyan daye zanîn ku Erîvan amadekariya ku vê pêşniyarê ligel Rûsyayê gotûbêj bike dike û bi vî awayî jî ew dê bikarin bi xêzkirina sînoran re rêgiriyê li xeteriyên pevçûnan bigirin.