Wêzîrê Pêkhateyan banga bilez a bicihkirina Rêkeftina Singalê kir

24 June 2024 17:26 0 dîtin
Wêzîrê Pêkhateyan banga bilez a bicihkirina Rêkeftina Singalê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf banga bilez bicihanîna Rêkeftina Şingalê kir û got: “Em daxwazin rêkeftina Şingalê di zûtirîn demê de were bicihkirin, da ku rewşa Şingalê asayî bibe û Êzidî vegerin warê xwe”

Aydin Maruf piştî civîna ligel rêxistina civaka sivîl a Êzdiyan, di civîneke rojnamevanî de ragihand, hevdîtinên bi nûnerên pêkhateyan re, bi mebesta piştgirîkirina wan pêkhateyan e ku niha li Herêma Kurdistanê pêkvejiyaneke baş heye. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji her demê bêhtir, piştevaniya Êzîdiyan û pêkhateyên din dike, ku ev jî faktoreke gelek girîng e.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan got: “Em bang li aliyên siyasî û Iraqî dikin ku destwerdanê di karûbarên pêkhateyan de nekin, ji ber ku dê bandoreke wê ya xirab hebe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêkeftina Şingalê di navbera Bexda û Hewlêrê de, Cotmeha 2020an bi navê vegerandina aramî û asayîkirina rewşa navçeya Şingalê hatibû îmzekirin. Rêkeftin ji sê beşên sereke yên îdarî, ewlehî û avakirinê pêk tê û birgeyên wê, derketina hêzên nefermî, proseya avakirina Şingalê û qerebûkirina ziyandîtiyan e.