Banga Zelenskiy ji bo 'çekên bileztir'!

13 October 2024 23:08 0 dîtin
Banga Zelenskiy ji bo 'çekên bileztir'!

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bang li welatên hevkarê xwe kir ku di derbarê alîkariya çekan a ji bo artêşa Ukraynayê de bileztir biryar bidin.

Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê Xê da diyar kir ku artêşa Rûsyayê êrîşên hewayî û mûşekî yên li ser welatê wî didomîne.

Zelenskiy diyar kir ku tenê di hefteya dawî de artêşa Rûsyayê bi qasî 900 bombeyên rênîşander, zêdeyî 40 moşek û zêdetirî 400 balafirên bêmirov ên ji hewayê avêtine li herêmên cuda yên Ukraynayê êrîş pêk anîne û wiha got:

"Nabe tu milet bi tena serê xwe zor û zehmetiyên wiha ragire."

Zelenskiy diyar kir ku dewletên hevkarên Ukraynayê ji bo bihêzkirina sîstema berevaniya esmanî ya welatê wî û zêdekirina îmkanên bikaranîna çekên dûravêj, xwedî hêz in.

"Divê dem neyê wendakirin"

Zelenskiy destnîşan kir ku şirîkên îmkanên wê hene ku alîkariya parastinê zûtir bigihêje artêşa Ukraynayê û wiha got, "Divê dem bê windakirin, divê îşareteke zelal a biryardariyê bê şandin."

Zelenskiy diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên Rûsyayê, wan gelek hewl dane.