Zelenskiy: Bi lezgînî balafir û çekên giran divê!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê bang li welatên Ewropayê kir ku di zûtirîn demê de balafir û çekên giran ji bo Ukraynayê bên şandin.
Volodimir Zelenskiy, piştî serdana xwe ya Londonê derbasî Parîsê bû û bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re li Qesra Elyseeyê daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Zelenskiy bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku ew bi hatina Parîsê kêfxweş e û serdana wî dê bibe alîkar ku yekîtiya parzemîna Ewropayê xurtir bibe.
Volodimir Zelenskiy bi bîr xist ku Fransa û Almanyayê çek dane Ukraynayê û diyar kir ku hîn jî hewcedariya welatê wî bi çekan bi dawî nebûye û bang li Ewropayê kir ku bilez balafir û çekên giran bigihînin Ukraynayê û got,
"Her çiqas zûtir Ukrayna çekên giran ên menzîl dirêj bi dest bixe, pîlotên me zûtir balafiran bikirin, ew ê ewqas zûtir ev êrîşkariya Rusyayê bidawî bibe û aramî li Ewropayê vegere."
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî da zanîn ku wî Zelenskiy wêrek û eşkere dîtiye û got ku "Pabendbûna wî bi heybet e.”
Macron, ji bo Zelenskiy piştrast kir ku Fransa û Ewropa dê şandina çekan bidomînin û got, "Ukrayna ji bo avakirina aştiyê dikare li ser me hesab bike."
Macron angaşt kir ku ya ku ji bo Ukraynayê tê kirin, pabendbûna pêşerojê ya ji Ewropayê re ye.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî diyar kir ku Ukraynayî wêrek, qehreman û bi biryar in.
Scholz da zanîn ku ew di sozên xwe yên ji bo Ukraynayê de bi biryar in û welatê wî alîkariyên aborî û mirovî pêşkêşî Ukraynayê kir. Her wiha diyar kir ku çek, topên giran, pergalên berevaniya asîmanî û tanqên şer dabîn kirine. Scholz diyar kir ku ew ê alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê jî berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin