Dostê Pûtîn banga bilez rawestandina serê Ukraynayê jê kir û wî jî bersiv da!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ku dostê nêzîk yên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e, pêwendiyeke telefonî ligel Pûtîn pêk anî û jê daxwaza demildest rawestandina şerê Ukraynayê kir.
Li gorî daxuyaniyê Viktor Orban ji Vladimîr Pûtîn gotiye, demildest şerê li Ukraynayê rawestîne û bi serokên Fransa, Ukrayna û Almanyayê re bicive.
Viktor Orban ji Vladimir Putin xwestiye bilez serdana Budapeşte bike ji bo gotûbêjkirina ligel serokên Ukrayna, Fransa û Almanyayê û Pûtîn jî bersiva wî daye û gotiye, “Ez ê bêm lê bi şert.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokwezîrê Macaristanê demek dabû xuyakirin, “Şerê Ukraynayê ne şerê me ye, em ne çek û ne jî serbazan naşînin Ukraynayê û em rê nadin alîkariyên leşkerî bi rêya welatê me bigihîje Ukraynayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin