Olîgarkên Rûsî yên milyarder banga rawestandina ser li Pûtîn kirin!
PeyamaKurd – Olîgarkên milyardar ên Rûsî yek bi yek dijî êrîşa ser Ûkraynayê derdikevin û bang li Pûtîn dikin şer rawestîne ji ber ku ew jî ji ber şer û dorpêçan ji hêla aborî ve winda dikin.
Olîgarkê Rûs Mikhail Fridman ku bixwe li bajarê Lvîvê hatiye dinê, şerê Ûkraynayê wekî trajedî bi nav kir û banga pêşîgirtina rijandina xwînê kir.
Milyarderekî din ê rûsî Deripaska jî banga muzakereyên aştiyê kir ku ew jî duyem dewlemendê Rûsyayê ye.
Dîsa milyarderekî rûsî ku xwedî banka Tinkoff e Oleg Tinkov jî daxwaza dawîanîna şer kir û got, divê hikûmet ne ji bo şer ji bo tedawîkirina mirovan pere xerc bike û da zanîn, li Ûkraynayê her roj mirovên bêguneh dimirin, ev dûrî aqil û mentiqê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin