Ji 384 parlamenterên cîhanê û DEM Partiyê banga rawestandina serê Xezzeyê
PeyamaKurd – Ji 28 welatan 384 parlamenteran ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê bangenameyek hevpar îmze kirin.
Di bangenameyê de ji bo rawestandina şer û pevçûnan, serbestberdana dîlan û hêsankirina derbazkirina alîkariyên mirovî hate xwestin.
Di bangenameyê de wiha hate gotin:
"Weke parlamenterên ji çar aliyê cîhanê, em ji bo li Îsraîl û Filistînê agirbesteke lezgîn a piralî pêk bê, hemû dîlên mayî yên Îsraîlî û yên navneteweyî serbest bêne berdan û gihandina alîkariyên mirovî ya ji bo Xezzeyê bê hêsankirin bang dikin. Em bang li hikûmetên xwe û civaka navneteweyî jî dikin ku li gor yasayên navneteweyî tevbigerin û ji bo binpêkirinên giran ên mafê mirovan bikevin lêgerîna karîna hesabdayînê."
DEM Partiyî wek komî îmze avêtin bangenameyê
Ji Almanyayê ji partiya Sosyal Demokrat (SCD) Ralf Stegner û Nina Scheer û ji Hevbendiya Sahra Wagenknechtê Sevim Dagdelen, ji Îngilîstanê Serokê berê yê Partiya Kedê Jeremy Corbyn û ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û ji welatên Yekîtiya Ewropayê hin parlamenteran jî îmze avêtin bangenameyê.
Her wiha ji Tirkiyeyê 62 parlementerên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) bi şêwazeke komî îmze avêtin bangenameyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin