Zêdetirî 700 kesayetên Cîhanê banga rawestandina îdaman li Îranê kir

13 January 2023 21:05 0 dîtin
Zêdetirî 700 kesayetên Cîhanê banga rawestandina îdaman li Îranê kir

PeyamaKurd – Di demeke ku hêzên Îranê tevî tepeserkirin û kuştina xwepêşanderan, kesên di protestoyên Jîna Emînî de hatine girtin jî bi darvekirinê têne ceza kirin û heta niha herî kêm 4 xwepêşander hatine îdamkirin.

Zêdetirî 700 kesayetên naskirî yên ji welatên cuda yên cîhanê ku akademîsyen, hunermend, wêjevan, rojnamevan û hiqûqnas di nav wan de cî digirin, nameyek nivîsandin û banga rawestandina darvekirina xwepêşandêran li Îranê kirin.

Di nameyê de hatiye gotin: “Îro neteweyek ji bo jiyanê bi dest bixe, neçar maye dakeve kolanan û wek daxwazeke şoreşgerî ‘Jin, jiyan, azadî’ biqîre. Ev gel dê berdêlê bide. Dewleta Îranê sûcan li dijî xwepêşandêran pêk tîne. Bi şev û roj xwepêşandêr bi guleyan û gazên bi jehrî, di girtîgehan de di bin îşkenceyê, tecawîzê û bêrûmetkirinê de tên kuştin.”

Li aliyê din Human Rights Watch (HRW) jî di rapora xwe ya salane de, rejîma Îranê ji ber serkutkirina xwepêşandanan wekî hêzeke kujer daye naskirin ku bi sedan kesên hatine binçavkirin li dadgehên rejîmê bi tawanên bêbingeh cezayên îdamê li ser wan tê sepandin.