NY banga bilez a rawestandina ser kir

17 January 2020 18:17 0 dîtin
NY banga bilez a rawestandina ser kir

PeyamaKurd – Komisyona Bilind a Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, agirbesta bo Idlibê ku hefteya borî hatibû ragihandin dîsa bi ser neketiye û bilez daxwaza rawestandina şer li aliyan kir.

Di daxuyaniya komisyonê de hat gotin, êrîş û lêdanên artêşa Sûriyê bi alîkarîya balafirên Rusî li ser Idilbê bi tundî berdewam in û bi sedema wan êrîşan bi sedan sivîl bûne qurban û bi hezaran kes jî ji ber bilindbûna asta şer koçber bûne.

Komisyonê daxwaz ji aliyên şer dikin kir ku di zutirîn demê şer rawestînin û sivîlên li wê herêmê dimînin biparêzin.

Komisyona NY got, “Agirbesta ku ji aliyê Rusiyê û Tirkiyê ve li parêzgeha Idlibê hatibû raghandin; careke din bi ser neket û hate binpêkirin.”