Filîstînê banga civîna bilez li Yekîtiya Erebî kir

08 October 2023 13:06 0 dîtin
Filîstînê banga civîna bilez li Yekîtiya Erebî kir

PeyamaKurd – Filîstînê piştî êrîşa Hemasê ya ser Îsraîlê ku artêşa Îsraîlê bi êrîşeke berfirah a asmanî bersiva wê da, banga civîna bilez ji Komkara Erebî kir.

Wezareta Derve ya Filîstînê bi duxyaniyeke nivîskî daxwaz ji Komara Erebî kiriye di asta wezîran de bi awayekî lezgîn bicivin.

Hatiye gotin ku ev daxwaz ji ber tundiya zêde ya dijî gelê Filîstînê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşa Hemasê ya ser sivîlên Îsraîlê de bi sedan kes hatibûn birîndarkirin û kuştin û artêşa Îsraîlê jî bi bombebarankirina Xezeyê bersiveke tund da wan êrîşên xwînî ku şerekê demdijrêj hatiye ragihandin.