Yekîtiya Ewrûpayê hem Trump pîroz kir û hem banga hevkariyê lê kir
PeyamaKurd – Rêvebiriya Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema Trump di hilbijartina seroklatiya DYA de bi ser ket û bû serokê DYAyê, Trumpî pîroz kir û ji bo xwurtkirina têkiliyên transatlantîkê banga hevkariyê kir.
Komîsyona YEyê û serokên konseyan ragihandin ku divê bi Tramp re havkariyê pêşde bibin. Seroka komisyona YEyê Ursula von der Leyen di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Ez ji dil û can Trump pîroz dikim. YE û DYA ne tenê hevkarin lê di nav xelkê me de 800 milyon kesî digihîne hev û bi hevkariyekî mezin em bi hev ve girêdayîne. Madem wisa ye, em bi hev re li ser rojeva transatlantîkê bi xwurtî bixebitin.”
Serokê konseya YEyê Charles Michel jî di peyama pîrozbahiya xwe de got:
“YE û DYA di vê hevakriyê de xwediyê têkiliyên dîrokî ne û em wekî hevkar û dost, bende ne ku bi hev re bixebitin. YE bi xuwrtî, yekgirtî, bi reqabet û desthilat, di rêya rojeva stratejiyê de wê rêya xwe bişopîne.”
Nûnerê bilind û hem berpirsê têkiliyên derve yê YE Josep Borrell, jî di ser hesabê xwe yê Xê de peyama pîrozbahiyê ji Trump re şand û got encama ilbijartinê Ûkrayna û Rojhilata Navîn di nav wan de, li temamê dinyayê bandorê kiriye û ji bo temamê dinyayê girînge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin