Yekîtiya Ewrûpayê serokwezîrê Fîlîstînê Muhammed Mustafa pîroz kir
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê serokwezîrê Fîlîstînê yê ku nûh hat tayînkirin Muhammed Mustafa pîroz kir û ragihand ku pêdiviya xelkê Fîlîstînê bi dezgeyên ku baş bên birêvebirin heye. Ofîsa karên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê weha got:
“Mustafa di wextekî ku xelkê Fîlîstînê gelek êşê kişandiye de hat tayînkirin û em wî pîroz dikin. Em bende ne ku li ser rewşa trajik ya Xezzayê û li ser temamê pirsgirêkên Fîlîstînê bi hukumeta Fîlîstînê re bixebitin û fêde bidin xelkê Fîlîstînê.”
Ofîs got ku hukumeta Fîlîstînê ji bo dahatûya Fîlîstînê hevkarekî me yê girînge û weha dewam kir:
“YE destekê dide avakirina du dewletan û wê desteka xwe bide dewamkirin. Ji ber xebatên berê yên bi hukumeta Muhammed Iştiyye re û xebata wî ya di pêşdebirina doza Fîlîstînê de em sipasiya wî dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin