Mehmûd Abbas, Muhammed Mustafa kir serokwezîrê Fîlîstînê
PeyamaKurd – Serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas, Muhammed Musfata kir serokwezîrê Fîlîstînê. Muhammed Mustafa berê cîgirê serokwezîr û hem serokê Fon a Fîlîstînê bû. Mustafa di Banka Dinyayê de û di rêvebiriya dezgeyên Fîlîstînê de gelek wezîfeyan kiribû.
Serokê Fîlîstînê Abbas, li bajarê Ramallahê di 26ê Sibatê de îstîfa serokwezîr Muhammed Iştiyye qebûl kiribû. Iştiyye tewrê Mehmûd Abbas rexne kiribû lê Abbas rexna wî qebûl nekiribû lewra Iştiyye îstîfa xwe dabû.
Piştî wezîfedarkirina Muhammed Mustafa, wê qabîna nûh ya Mustafa bê avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin