Balafira Amerîkî li Sûriyê balafireke bêpîlot a Îranê xist xwar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke şer a Amerîkayê li Sûriyê, balafireke bêmirov a wekî gef dîtiye û xistiye xwar.
Li gorî ragihandina malpera Israel Defence ku nûçeya xwe dispêre Fox News a Amerîkî, ew balafira bêmirov a hatiye xistin ya Îranê bûye
Hat diyarkirin ku ew balafira bêpîlot ji aliyê balafireke F-15 ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike li herêma ku hêzên Amerîkî tê de bicih bûne, hatiye xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin