Balafira alîkariyê ya ewilî ya Misrê giha Sûriyê

04 January 2025 19:01 0 dîtin
Balafira alîkariyê ya ewilî ya Misrê giha Sûriyê

PeyamaKurd – Piştî roxandina rejîma Baasê ya Sûriyê ya di 08.12.2024an de, ji alîkariya mirovî, dewleta Misrê îro balafira yekem ya tê de 15 ton alîkariya mirovî hebû giha balafirgeha Şam a Sûriyê.

Wezareta karên derve ya Misrê ragihand ku Heyva Sor ya Misrê ji bo Heyva Sor ya Sûriyê bi balafira kargoyê ya rêyên hewayî yên Misrê (EgyptAir) ku tê de 15 ton derman û xida hebû, gihandine balafirgeha Şamê ya Sûriyê.

Balyozê Misrê yê li Şamê Usame Xidir ji bo TV ya El-Qahîre ragihand ku balafira kargoyê gihaye Şamê û li gor rewşê wê balafirên din yên alîkariyê bigihên Şamê.