Trump dema dest bi serokatiyê bike, wê ewilî çi karan bike ragihand

11 January 2025 23:14 0 dîtin
Trump dema dest bi serokatiyê bike, wê ewilî çi karan bike ragihand

PeyamaKurd – Donald Trump di 20.01.2025an de dest bi kar dike û dema dest bi kar bike wê ewilî çi karan bike ragihand. Pêşdebirina enerjiyê, ewlehiya sînor, derxistina koçberan û karên tayînê yên aîdê dewletên din ku ji 100an derbas dibe, dê biryarnameyan îmza bike.

Trump ragihandina xwe di civîna taybet ya ku li Capitol Hillê de kir û bi taybetî civîn ji bo senatorên partiya Komarî bû, planên xwe ragihand.

Li gor senatorê Partiya Komarî James Lankford got; wê Trump bi taybetî ew koçberên ku çûne DYAyê û sûc kirine û ji aliyê dadgehan de mayîna wan ya li DYAyê nerewaye, wê li dora 1 milyon koçberî, ji bo wan tedbîran bistîne.