SANA: Pistî xistina balafira Sûrî, rejîmê jî balafireke bêpîlot a Tirkî xist xwar
PeyamaKurd - Medya rejîma Sûriyê ragihand ku îro piştî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve balafireke wan a şer hatiye xistin, wan jî balafireke bêpîlot a Tirkiyê xistiye xwar.
Ajansa SANA ya rejîma Sûriyê ragihand: "Yekîneyên artêşê balafireke bêmirov a hêzên rejîma Tirkiyê li derdora Seraqib a bejahiyên başûrê rojhilatê Idlibê xiste xwar."
Herwiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve pîlotê balafira şer a rejîmê ya ku îro li asîmanê Cebel El-Zawiyê hatiye xistin, li derdora herêma Dêr Sinbul dîtine.”
Beriya ku hevdîtinên Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser rewşa Idlibê dest pê bikin, li herêma Idlibê şer dijwar bûye ku herdu alî jî dixwazin li qada şer bi ser bikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin