Îran | Ji bo salvegera xistina balafira rêwiyan banga greva gistî hat kirin

06 January 2023 21:40 0 dîtin
Îran | Ji bo salvegera xistina balafira rêwiyan banga greva gistî hat kirin

PeyamaKurd – Sazî û rêxistinên sivîl ên Îranê û dîyasporayê ji bo salvegera xistina balafira rêwiyan a Ukraynayê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve, banga greva giştî û xwepêşandanên seranserî kirin.

Di bangewaziya ku bo sêyemîn salvegera bi moşekan xistina balafira Ukraynî de, ku 176 rêwîyan can dabû de rêxistinên sivîl ên azadîxwaz ji bo roja Yekşemê banga greva giştî û xwepêşandanên seranserî kir.

Herwiha di bangewaziyê de, piştevaniya xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî zêdetirî sê meh in berdewam dikin hat kirin û hat gotin, “Ji bo kuştiyên li esmanan, li ser şeqaman, li girtîgehan û li derveyî welat em ê bi awayekî seranserî man bigirin û xwepêşandanên seranserî li Îranê lidar bixin.