Ukraynayê ji bo balafira rêwiyan ya bi fuzeyan hatibû xistin doz li Îranê vekir

07 July 2022 20:30 0 dîtin
Ukraynayê ji bo balafira rêwiyan ya bi fuzeyan hatibû xistin doz li Îranê vekir

PeyamaKurd – Rêhewaya Navdewletî ya Ukraynayê (UAI) li ser xistina balafira Tehran-Kîevê ku 176 rêwî tê de miribûn, doz li Îranê vekirb

UAIyê bi hinceta ku Îranê balafira sefera Tehran-Kîevê dikir xistiye û bûye sedema mirina rêwîyan li Dadgeha Ontario ya Kanadayê doz vekir.

Ukrayna wek tawanbar Supaya Pasdarên Îranê nîşan daye û daxwaza qerebûkirinê ji Îranê dike.

Supaya Pasdarên Îranê 8ê Çileya 2020an balafira rêwiyan a cûreya Boing 737 ku 176 rêwî tê de bûn bi fuzeyan xistibû xwar û hemû rêwî û muretebat miribûn.

Hikûmeta Îranê ji bo qerebûkirina malbatan serê malbatê 150 hezar dolar pêşniyar kiribû, lê malbatan û hikûmeta Ukraynayê red kiribû.