Ajansa SANA ya Sûriyê: Îsraîl bi balafiran li Samê xist
PeyamaKurd – Îsraîl bi balafiran li baregehên Hîzbûllahê yên li Sûriyê û Lubnanê dixe. Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê; balafirên şer yên Îsraîlê li Şamê li hinek hedefên Hîzbûllahê xistiye. Di êrîşan de xesar çêbûye. Li ser êrîşê ajansa SANAyê got:
“Sîstema bergiriya me ya hewayî li 2 fuzeyên ku ji terefê Golanê de hatine avêtin, yekî ji wan xist. Xesar çêbû. Bi wextê Şamê seet di 15.10an de hinek noqteyên li dora Şamê bûn hedefa balafirên Şamê.”
Li Şamê û dora Şamê bi artêşa Sûriyê re grûbên terefdarên Îranê û yekîneyên Hîzbûllaha Lubnanê hene.
Ji sala 2011an heya niha Îsraîl carna wexta cepha Golanê û ser sînorê Sûriyê-Îsraîlê ji bo Îsraîlê bibe talûke, êrîşê wan hêzên talûke dike da eniya şer ya terefê Sûriyê jê re nebe xeter.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin