SANA: Di encama bombebaraneke Îsraîlê de 5 serbazên Sûriyê hatin kustin

17 September 2022 10:59 0 dîtin
SANA: Di encama bombebaraneke Îsraîlê de 5 serbazên Sûriyê hatin kustin

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê diyar kir, di encama bombebaraneke Îsraîlê ya ser Balafirgeha Navdewletî ya Şamê de, 5 serbazên Sûriyê hatin kuştin.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê da zanîn, derengê şeva borî, Îsraîlê êrîşên moşekî li dijî Balafirgeha Navdewletî ya Şamê û çend xalên başûrê Şamê li dijî sîstema berevanî ya esmanî ya Sûriyê encam dan.

Di berdewamiyê de eşkere kir, Sûriye kariye beşek ji wan moşekên Îsraîlê pûç bike û di encama êrîşên esmanî de pênc serbazên Sûriyê hatin kuştin û ziyanên maddî li cihê bombebaranê ketine.

Herwiha di derbarê bombebarana Îsraîlê de Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan jî eşkere kir, Îsraîlê kêlgehên El Xesûle yên li nêzîkî Balafirgeha Şamê û navçeya El Kîswa ya li derdora Şamê bombebaran kiriye ku milîsên Îranî tê de cîgir bûn. Di encamê de heft milîs hatin kuştin ku pênc ji wan Sûrî bûn û du milîsên din Îranî bûn.

Hat zanîn ku îsal ev 25emîn car e Îsraîl êrîşên moşekî li nav axa Sûriyê encam dide.