SANA: Di encama êrîsa asmanî ya Îsraîlê de 10 kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya asmanî li ser devera Humsê de, 2 sivîl û leşkerekî rejîma Sûriyê hatine kuştin û 6 leşker û sivîlek jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê di êrîşa asmanî ya Îraîlê li ser parêzgeha Humsê de, 6 leşkerên arteşa Sûriyê û kesekî sivîl hatine birîndar kirin.
Herwiha SANAyê diyar kiriye ku 2 kesên sivîl û leşkerekî arteşa Sûriyê jî di wê êrîşê de hatine kuştin û xisarek zêde li deverê çêbûye.
Hêjayî gotinê ye, balafirên şer ên Îsraîlê bi berdewamî li Sûriyê pêgehên milîsên Îranê bombebaran dikin û heta niha di êrîşan de hejmarek zêde ji çekdarên komên îranî hatine kuştin û birîndarkirin û bingehên wan jî hatine ruxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin