Siûdî: Vekirina qadên asmanî bo Îsraîlê, ne nîsana asayîkirina pêwendiyan e!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan Al-Siûd, li ser vekirina qada asmanî ya Erebistana Siûdî bo Îsraîlê û pêkanîna yekem geştê ji ser Îsraîlê ya Serokê Amerîka Joe Biden daxuyanî da.
Wezîrê Derve yê Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd got, biryara Siûdî ya rakirina qedexeyên li ser hemû kompanyayên asmanî, ne nîşana avakirina pêwendiyan bi Îsraîl re ye.
Feysel bin Ferhan herwiha diyar kir, "Ti pêwendiya vê yekê bi asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re nîne. Ev bi protokola Chicago ya têkildarî derbasbûna qada asmanî ve girêdayî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin