Pistî Siûdî, Emanê jî qada asmanî ji Îsraîlê re vekir

23 February 2023 18:42 0 dîtin
Pistî Siûdî, Emanê jî qada asmanî ji Îsraîlê re vekir

PeyamaKurd – Piştî ku dawiya sala borî Erebistana Siûdî cara yekem qada xwe ya asmanî ji bo firînên Îsraîlê re vekir, welatê Emanê jî bi navbeynkariya Amerîkayê qada asmanî ji Îsraîlê re vekir.

Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku bi vekirina qada asmanî ya Emanê re, wê hemwelatiyên Îsraîlê êdî bi bihayên erzantir û dema kurt, bi rêya kompaniyên asmanî yên rêhewaya Îsraîlê derbasî welatên Asyayê bibin.

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinên çend mehan bi navbeynkariya Amerîkayê, biryara vekirina qada asmanî ya Emanê bo Îsraîlê hatiye dayîn ku herdu aliyan spasiya Amerîkayê kir.

Beriya niha hatibû îdiakirin ku Emanê ji ber fişarên Îranê, red kiriye qada xwe ya asmanî ji Îsraîlê re veke.