Pistî ku Rûsyayê qada esmanî binpê kir, Romanyayê F16 bi hewa xistin

09 September 2024 11:05 0 dîtin
Pistî ku Rûsyayê qada esmanî binpê kir, Romanyayê F16 bi hewa xistin

PeyamaKurd – Di daxuyaniya Romanyayê de hat ragihandin ku di êrîşên bi şev ên li dijî Ûkraynayê de balafireke bêmirov a Rûsyayê qada hewayî ya Romanyayê binpê kiriye. Hate tomarkirin ku piştî binpêkirina qada hewayî 2 balafirên şer ên F16 rabûn.

Wezareta Parastina Neteweyî ya welatê endamê NATOyê daxuyand ku bûyer dema ku Rûsyayê li Ukraynayê li ser çemê Dunayê li dijî "armancên sivîl û binesaziya benderê" êrîş pêk anîbû, qewimî.

Wezaretê bang li Rûsyayê kir ku rageşiyê kêm bike û diyar kir ku Romanyayê balafirên şer ên F-16 ji bo şopandina qada xwe ya hewayî wezîfedar kiriye û ji bo vê yekê hevalbendên NATOyê hatine agahdarkirin.

Li gorî wezaretê, daneyên pêşîn nîşan didin ku dibe ku li herêmek çolbûyî ya li nêzî gundê Perîprava yê Romanyayê perçeyên cebilxane hebin. Wezaretê diyar kir ku lêpirsîn berdewam dike.

Parçeyên balafireke bêmirov a Rûsyayê jî li nêzî bajarokê Plauru yê ku li ser çemê Dunayê ji bajarê Îzmaîl ê Ukraynayê dikeve, hatin dîtin.

Wezareta Parastinê ya Romanyayê êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê bi tundî şermezar kir û ew "neadilane û bi awayekî cidî li dijî normên hiqûqa navneteweyî" bi nav kir.